Ji AK Partiyê yekem daxuyaniya hevdîtina şanda DEMê

Ji AK Partiyê yekem daxuyaniya hevdîtina şanda DEMê

PeyamaKurd - Şanda DEM Partîyê ku serdana Abdullah Ocalan kiribû, piştî hevdîtinên hefteya borî yên ligel Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli û Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş, îro 6ê Çileya 2025an bi Partiya Gelecekê, Saadet û AK Partiyê re civiya.

Şanda DEM Partiyê ya ji parlamenter Pervîn Buldan, serokê şaredariya mezin a Mêrdînê ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn Ahmet Turk û Sirri Sureyya Onder pêk tê, ji aliyê Serokê Koma AK Partiyê ya Parlamentoyê Abdullah Guler û Serokwekîla Koma AK Partiyê ya Parlamentoyê Ozlem Zengîn û Efkan Ala ve hat pêşwazîkirin.

Abdullah Guler piştî hevdîtina ku bi qasî demjimêrek û nîv dewam kir got, ‘Me sohbeteke samîmî û erênî kir.”

Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu piştî civîna îro got, “Pêvajoyeke gelekî girîng e. Îstîşareyeke gelekî jidil bû. Em li ser dersên ku divê ji pêşerojê bên wergirtin axivîn. Em li ser rûdanên li Sûriye û Îraqê jî axivîn.”

Sirri Sureyya Onder jî piştî civîna ligel Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu gotibû, ew dê paşê li Girtîgeha Edirneyê serdana Selahattîn Demirtaş jî bikin û piştre derbarê hevdîtinên xwe de daxuyaniyeke berfireh bidin.

Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.