Ji Balyozxaneya Amerîka ya Şamê daxuyaniya hevdîtina bi rêveberiya Sûriyê re
PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîka ya Şamê ragihand ku pêwîste hemû pêkhatiyên Sûriyeyê beşdarî proseya siyasî ya welat bibin.
Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyeyê îro 6ê Çile li hesabê xwe yê medya civakî Xê peyamek belav kir û ragihand, berpirsên Amerîkî li Şamê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Es’ed Şîbanî re civiyan û hejmareke pirs gotûbêj kirin.
Balyozxaneyê da zanîn, berpirsên Amerîkî girîngiya beşdarbûna hemû Sûriyan kir û tekez kir ku pirengî û piralî dibe sedema hêza wî welatî.
Balyozxaneya Amerîka li diyar kir, berpirsan tekezî li ser hevkariya Sûriyeyê bi Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî re kiriye.
Herwiha Balyozxaneya Amerîka ya Şamê da xuyakirin, berpirsên Amerîkî li Şamê bi hejmarek çalakvan û rojnamevanên Sûrî yên ji seranserî wî welatî re hevdîtin pêk anîn, da ku nêrîna wan ji bo paşeroja Sûriyeyê bibihîzin bê Amerîka çawa dikare piştgiriya hewildanên wan bike, ji bo ew bibe dewletek berfireh, nûnertîyeke giştgir, aştiyane û aram ji hemû Sûriyan re.
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.