Ji ber baran û lehiyê li Pakistanê 330 kes mirin

PeyamaKurd – Li Pakistanê barana ku li Bakûrê wê hat ya herêmên Hayber Pahtunhva, Gilgit Baltistan û Azad Keşmirê xelkê perişan kir û ji ber xwe gihandina herêman ji hewa û bejahiyê de zahmete, lêgerîn û rizgarkirina xelkê zor zahmete.
Di baran û lehiyê de li herêmên navborî 330 kes jiyana xwe ji dest dan. Xaniyên ku di baran û lehiyê de xerab bûn, kesên di bin enqazan de man rizgarkirin û dîtina wan bi serê xwe arîşeyekî mezin e.
Rayedar diğbêjin ku li eyaleta Hayber Pahtunhva 307 kes, li herêma Gilgit Baltistanê 12 kes û li herêma Azad Keşmirê 11 kes mirine.
Wê baran û lehî heya 21ê Tebaxê dewam bikin û divê hemwelatî li gor wê tedbîrên xwe bibînin.
Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.




