Koşka Sipî: Pêdiviya Çînê bi DYAyê heye

Koşka Sipî: Pêdiviya Çînê bi DYAyê heye

PeyamaKurd – Berdevka Koşka Sipî ya Amerîkayê (DYA) Karoline Leavitt behsa şerê baca gumrikê yê navbera DYA û Çînê kir û got:

“Em di dinyayê de bi dehan ortaxên xwe yên bazirganî re hevdîtinan dikin. Helbet Çîn di vê sehayê de dewletekî mezine. Weka serok Trump dibêje; pêdiviya Çînê bi DYAyê heye. Pêdiviya Çînê bi bazara me heye. Pêdiviya Çînê bi serfkarên me heye.”

Trump di hefta pêşiya me de wê here Erebistana Saûdiyê, Qatar û Îmaratan. Leavitt li ser seredana Trump ya Rojhilata Navîn got:

“Wê serok Trump li ser xwurtkirina têkiliyên me raweste. Ev ziyaret di encamê de hem bo DYAyê û hem bo Rojhilata Navîn bo îstîqrarê, derfet û vizyona rêzgritina li hemberê hev, nîşan dide ku em li ber çaxekî zêrînin.”

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.