Pakistan: Me li pergala S-400ê ya Hindistanê da

PeyamaKurd – Hindistanê bi mûşekan Pakistan armanc kir, Pakistanê bi mûşekên hîpersonîkan bersiv da.
Hindistanê di çarçoveya Operasyona Sînor de bi mûşekên SCALP û dronên Harpy êrîşî baregehên Pakistanê kir, wekî bersiva êrîşa terorî ya Pahalgamê.
Pergalên parastina hewayî yên Pakistanê li Lahore û Sialkotê ziyan dîtin.
Artêşa Pakistanê ragihand ku bersiv daye êrîşên Hindistanê û balafirgehên Hindistanê yên Suratgarh, Sirsa, Bathinda û Akhnoorê bi mûşekên Fatah-II û hîpersonîk kir hedef.
Her weha îdia kir ku S-400ên Hindistanê hatine armanckirin, lê Hindistanê ev red kir û got tu zerar nîne, ev “propaganda” ye.
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.





