Qeter li cendekên wan Amerikiyan digere ku bûne qurbaniyên DAIŞê

Qeter li cendekên wan Amerikiyan digere ku bûne qurbaniyên DAIŞê

PeyamaKurd – Şandeyeke ji Qeterê lêgerînek ji bo dîtina cendekên rehîneyên Amerîkî, ku 10 sal berê ji aliyê rêxistina DAIŞê ve li Sûriyeyê hatine kuştin, dest pê kiriye. 

Li gorî çavkaniyên ji ajansa nûçeyan a Reutersê, operasyona lêgerînê roja Çarşemê, 7ê Gulanê bi beşdariya hin Amerîkiyan ve hatiye destpêkirin.

Lêgerîn ji aliyê Koma Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Navneteweyî ya Qeterê ve tê birêvebirin, ku berê di karesatên erdhejê yên li Fas û Tirkiyeyê de xizmet kiriye. 

Çavkaniyan ragihand ku heta niha termên 3 kesan hatine dîtin, lê hêj nasnameya wan nehatiye diyarkirin.

Yek ji çavkaniyan got ku armanca lêgerînê dîtina cendekên kesên wekî xebatkarê alîkariyê Peter Kassig, rojnamevanên James Foley û Steven Sotloff, û xebatkara alîkariyê Kayla Mueller e, ku di navbera 2014 û 2015an de ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin. 

Lê belê, dirêjahiya mîsyonê û encamên dawî hêj ne zelal in.

Malbata James Foley spasiya xwe ji bo hemû beşdarên vê hewldanê anî ziman, her çend encamên tekez hêj nehatine bidestxistin. 

Ev lêgerîn beşek ji hewldanên demdirêj e ji bo vegerandina termên rehînên Amerîkî yên li Sûriyeyê.

 

 

 

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.