Wezîfedarê ewlehiya dibistanê du xwuşka kuşt

Wezîfedarê ewlehiya dibistanê du xwuşka kuşt

PeyamaKurd – Li Derya Reş li bajarê Giresunê li dibistana lise ya zanista civakî ( Sosyal Bilimler Lisesi) kesê bi navê Abdullah Turan ku ji ber cezayê xwe kişandibû ji kadroya cezaxwaran ketibû kar, li 2 xwuşkên bi navên Yonca Çavuş û Rana Çavuş Gökçinê xist û wan kuşt. Her 2 xwuşk di kantîna dibistanê de dixebitîn da debara mala xwe bikin.

Bûyer serê siba seet di 09.30an de qewimî. Kujer Abdullah Turan piştî bûyerê reviya lê hêzên ewlehiyê ew girtin. Hat ragihandin ku Turan berê 3 cara mirovan birîndar kiriye, ji ber xelkê tehdîd kiriye ketiye zîndanê, cezayê xwe kişandiye û derketiye.

Abdullah Turan, di roja ku îzna xwe sitendibû, diçe dibistanê û her du xwuşkan dixe. Dema tîmên 112an diçin ciyê bûyerê her du xwuşk birîndarin û wan dibin nexweşxana lêkolîn û perwerdê ya bajarê Giresunê.

Her du xwuşk li wê derê can didin.

Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.