Di kela Paloyê de xebatên arkeolojik destpêkirin

Di kela Paloyê de xebatên arkeolojik destpêkirin

PeyamaKurd – Di kela navça Palo yê de xebatên arkeolojik bi tevlîbûna merasimê ya parêzgerê Xarpêtê (Elaziğ) Numan Hatipoğlu destpêkirin. Dîroka kelê li dora 3 hezar sale.

Serpereştiya xebata di kelê de, ji aliyê Rêvebiriya bajêr ya Çandê û geştiyariyê beşa muzeyê ya Arkeolojiyê û Etnografyayê de têkirin.

Îzna kolandina kelê ji aliyê wezareta çandê û geştiyariyê ya Tirkiyê de hat dayîn û di merasima destpêka lêdana qazmê ewilî ya kelê de, ku weke remzî hat kirin, destpêbû.

Berê, Kela xebatên kela Xarpêtê ya Ûrartûyan ku 2750 sale hatiye avakirin destpêkiribû. Niha li ber temamkirinê ye. Kela vança Paloyê jî ji heman dewrê maye û berhemekî federasyona Ûrartûya ye. Di kelê de berê tesbît kiribûn ku kîtabeyên li ser wan nivîsên mîxî, gorên di keviran de, ayîngeh, sarincên avê, tunel û derenceyên kevirî hene.

Niha wê xebata arkeolojik bikin ku temamê van berhemên di kelê de derxin ser rûyê erdê.

Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.