Mesrûr Barzanî pêşwaziya konsulê nû Japonyayê li Kurdistanê Kir

Mesrûr Barzanî pêşwaziya konsulê nû Japonyayê li Kurdistanê Kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Işizuka Hitoşî, serokê nû yê Konsulxaneya Japonyayê li Kurdistanê kir. 

Di hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe ji mîsyona Hitoşî re diyar kir û xwesteka xurtkirina têkiliyên dualî destnîşan kir.

Di civînê de, bal kişand ser projeyên pêşveçûnê yên ku Japonya bi rêya Ajansa Hevkariya Navneteweyî ya Japonyayê (JICA) li Herêma Kurdistanê pêk tîne.

Her weha, her du aliyan girîngiya zêdekirina hevkariyê di warên cûda de gotûbêj kirin.

 

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.