Îlham Ehmedê li ser kongreya PKKyê daxuyanî da

Îlham Ehmedê li ser kongreya PKKyê daxuyanî da

PeyamaKurd – Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Îlham Ehmedê li ser Kongreya 12an a PKKyê daxuyanî da.

Îlham Ehmedê kongreyê wekî “gaveke dîrokî” nirxand û tekez kir ku “divê hemû pirsgirêkên li herêmê bi diyalog û siyaseta demokratîk werin çareserkirin.”

Îlham Ehmedê kongreya 12an a PKKyê ya fesixkirinê ya li ser banga Abdullah Öcalan wekî pêşketineke girîng bi nav kir û got:

“Ev gava dîrokî ne tenê ji bo Tirkiyeyê, lê di heman demê de ji bo Rojava, Başûrê Kurdistanê û tevahiya herêmê jî dê ji bo îstîqrar, aştî û biratiya gelan bibe hêzek girîng.”

Îlham Ehmedê ji Numedya24ê re axivî û got, 

“Wekî rêveberiya Rojavayê Kurdistanê li ser wan ji destpêkê ve çareseriyên xwe li ser bingeha diyalog û siyaseta demokratîk ava kirine.”

Îlham Ehmedê got, “Em amade ne ku erk û berpirsiyariyên xwe bicîh bînin da ku serkeftina vê pêvajoyê misoger bikin.”

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.