Ûkrayna amadeye bi Rûsya re bo 30 rojan agirbesê bike

Ûkrayna amadeye bi Rûsya re bo 30 rojan agirbesê bike

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Ûkraynayê Andriy Sybiha ragihand ku Rûsya amadeye ji bo 30 rojan bi Rûsya re agirbesê bike. Ev biryar di civîna Kievê ya lîderan de hat koordînekirin. Eger Rûsya vêya qebûl bike dibe rêya hevdîtinên aştiyê veke.

Wezîrê karên derve yê Ûkraynayê Andriy Sybiha ragihandinê di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir û got wê ji roja Duşemê bi şûn de amadebin. Civîn, li Kievê îro hat kirin û di civînê de lîderên Almanya, Fransa, Polonya, Îngîltere û Ûkraynayê hebûn. Sybiha got:

“Eger Rûsya qebûl bike û rêyekî baş bê şopandin, dikare agirbesekî wext dirêj û ku bawerî bide û hem rêya hevdîtinên aştiyê veke.”

Piştî hevdîtinê û vê biryarê, ji bo mijarê bi Trump re biaxifin, pê re ketin diyalogê. Serokê DYAyê Donald Trump do Rûsya û Ûkraynayê dawetî agirbsekî 30 rojan kir.

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov got eger agirbesê qebûl bikin, divê welatên Rojava dest ji dan û teslîmata sîlihên bo Kievê berdin.

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.