Kore: “Me di çarçova peyamana bergiriyê de leşker şand Rûsyayê

Kore: “Me di çarçova peyamana bergiriyê de leşker şand Rûsyayê

PeyamaKurd – Serokê Kore ya Bakûr Kim Jong-un ragihand ku şandina Kore ya leşkeran bo Rûsyayê di çarçova peymana bergiriya her dû welatan de bûye û şandina leşkeran ya bo Rûsyayê mafekî Kore yê rewaye.

Li gor ragihandina ajansa Kore ya bi navê KCNAyê; serokê Koreyê Kim, do li konsulxana Rûsyayê ya li Pyongyangê, di 80em salvegera têkbirina Almanya Nazî ya ji aliyê Sowyeta berê de, di şerê cîhanî yê duyem de, di dema pîrozbahiyê de axaftina xwe kir.

Kim, got ku di sala borî de bi Rûsya re peymana bergiriyê îmza kirine û ji bo bi Rûsyayê re li hemberê Ûkraynayê şer bikin fermanê daye leşkerên xwe û weha dewam kiriye:

“Bo me rewaye ku em tevlî şer bibin û ev kiryar di çarçova mafên desthilata me de ye. Eger DYA û dûvikên wê li hemberê Rûsyayê dest bi êrîşekî bikin, ez ê tekez hêza leşkerên Koreyê bikarbînim.”

Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.