Dûmana şewata fabrîkê bû sedema karantina ya 5 navçeyan

Dûmana şewata fabrîkê bû sedema karantina ya 5 navçeyan

PeyamaKurd – Rayedarên hukumeta Katalonya ya Îspanyayê ragihandin ku nêzî bajarê Barselonayê li navça Vilanova i la Geltruyê serê sibê seet di 05.30an de, di fabrîka ku berhemên kîmyewî tê de hebûn de şewat derket.

Rayedar ragihandin ku bi şewatê re ewrekî toksîk yê tê de perçên Hidroklorîk asit hebûn li hewayê çêbûye. Dema pîvanên hewa û dûmanê kirine li 5 jîngêhên ku tê de 150 hezar mirov dijîn, heya seet 12.30yan wan xistine karantînayê.

Rayedarê Îtfaiya Katalonya Joan Josep Bellostas ragihand ku şewatê kontrol kirine û wê di nav rojê de dê vemirînin.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.