Li Midyad a Mêrdînê keça 2 salî ji jor de ket û can da

Li Midyad a Mêrdînê keça 2 salî ji jor de ket û can da

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdîne li navça Midyadê zaroka 2 salî ya bi navê Nazlı İşler ji bilindahiyê ket û tevî wê gihandin heya nexweşxanê, li nexweşxanê can da. Li ser bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.

Bûyer, ber destê êvarê li gundê Yolbaşıyê qewimî. Berê malbat bi ereba xwe keçikê birin nexweşxanê lê di rê de ambûlansa ku bangî wê kiribûn leqayê wan bû û ew birin nexweşxana dewletê ya Midyadê.

Nazlı İşler tevî mudaxeleya doktoran jî rizgar nebû û li nexweşxanê can da. Sedema mirina wê, dê piştî otopsiyê aşkera bibe.

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.