Cara yekem e ku kesekê ji ber Kirim-Kongoyê li Duhokê can da

PeyamaKurd – Jineke 45 salî ji Şeladizê ji ber taya Kirim-Kongoyê canê xwe ji dest da ku yekem kes e ku ji ber vê nexweşiyê li Duhokê can dide.
Li parêzgeha Duhokê yekem mirina ji ber taya Kirim-Kongoyê îro hat piştrastkirin. Nexweş, jineke 45 salî ji navçeya Şeladizê, roja Çarşemê piştî nîşandana nîşanên nexweşiyê li Nexweşxaneya Azadî hate razandin.
Encamên testa teşhîsê do hat piştrastkirin û îro roja Şemiyê canê xwe ji dest da.
Yekem bûyera vê nexweşiyê ya îsal di 2yê Gulanê de li bajarokê Koyê, parêzgeha Hewlêrê, hate tomarkirin.
Rêveberê Tenduristiya Giştî yê wezareta tenduristiyê ragihand ku heta niha 53 kes li Herêma Kurdistanê bi vê nexweşiyê ketine û 7 kesan can daye.
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.





