Şirnex: Li 6 deveran qedexe hat ragihandin

PeyamaKurd – Parêzgariya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo 3 rojan li 6 deverên gundewarên navçeya Elbakê, yên wekî Tehta Reş, Sîxurpaşa, Çiyayên Kato û çend herêmên din, qedexeya çûnûhatinê ragihand û ev dever wek “Herêmên Ewlekariya Taybet” destnîşan kirin.
Parêzgariyê îdia kir ku sedema vê biryarê zêdebûna çalakiyên endamên PKKyê ne li deverê, û hat ragihandin ku li van herêman operasyonên leşkerî hatine destpêkirin.
Parêzgariyê ji nîştexihan daxwaz kir ku ji bo ewlekariya xwe ji 17ê hezîranê heta 19ê hezîranê ji van deveran dûr bisekinin.
Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.




