Li Hewlêrê civîna ewlehiyê û odeya operasyonê hat lidarxistin

PeyamaKurd- Bi serokatiya Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 17ê Hezîranê, bi beşdariya cîgirê parêzgar û berpirsên din ên ewlehiyê civîna komîteya ewlehiyê û odeya operasyonê ya parêzgeha Hewlêrê hat lidarxistin.
Piştî civînê bi daxuyaniyekê hate ragihandin ku parêzgar Xoşnaw spasiya hemû hêzên ewlehiyê kiriye, ji bo hevkarî û hevahengiya wan a bi hev re di parastina ewlehî û aramiya paytext Hewlêrê û jiyana welatiyan û danîna qanûnê û jiholêrakirina diyardeyên nemedenî û nepenî de hebûye.
Umêd Xoşnaw destnîşan kir, pêwîst e di yekîneyên îdarî û hêzên ewlehiyê de hemû tedbîrên pêwîst werin girtin da ku bi hev re hevkariyê bikin û erkên xwe bicih bînin.
Herwiha Xoşnaw got, di rewşa her bûyereke nexwestî de ji bo ewlehî û parastina welatiyan hevahengiya di navbera xwe de xurt bikin.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




