Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsola Giştî ya Îmaratê kir

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsola Giştî ya Îmaratê kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, 17ê Hezîrana 2025an, li Hewlêrê bi Konsula Giştî ya Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) Şêxe Beşîr Ferhanê re hevdîtinek pêk anî. Di civînê de, amaje bi wê yekê hat kirin ku divê têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de, bi taybetî di warê aborî û veberhênanê de xurttir bibin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Şêxe Beşîr Ferhanê kir ji ber ku weke konsula giştî dest bi erka xwe kiriye û soza piştgiriya saziyên Kurdistanê dayê.

Ji aliyê xwe ve, Ferhanê silavên Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayed El Nehyan gihandin û daxwaza welatê xwe ji bo kûrkirina hevkariyê bi Kurdistanê re dubare kir.

Her du aliyan derfetên veberhênana Îmaratê li Herêma Kurdistanê û Iraqê nirxandin û her weha li ser pêşhatên dawî yên herêmî gotûbêj kirin.

Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.