Rûsya û Vîetnam 25 peyman îmzakirin

Rûsya û Vîetnam 25 peyman îmzakirin

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û sekreterê Partiya Komunîst ya Vîetnamê To Lam, li Moskovayê 25 peymanên di seha aboriyê, gaza xwezayî, çand, zanist, edalet, tenduristî, enerjî û perwerdê de îmza kirin.

Her dû dewlet her weha di salvegera 75em ya têkiliyên navbera xwe jî pîroz kirin. Her dû lîder li Koşka Kremlînê tevî merasima îmzayan bûn. Putin got:

“Di vê pêvajoyê de têkiliyên me xwurt bûn û gihan asta hempariya stratejik û bi îstîqrar dewam dike. Hecma bazirganiyê gihaye 6 milyar dolarî. Di serfkirina pereyan de em ê perê xwe bikarbînin.”

Sekreterê partiya komunîst yê Vîetnamê Lam jî ragihand ku têkiliyên wan bi Rûsya re pêşde diçin û weha dewam kir:

“Em bi Putin re, li ser bingeha stratejiya navbera xwe de, me li hev kir. Em ê bi Rûsya re di seha hevkariya bergiriya leşkerî û ewlehiyê de kûrbûnê bikin. Em ê bi hevre bersivê bidin pirsgirêkên ku ne adetîne û ber li sûcên di seha teknolojiya bilind de bigrin.”

Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.