NY: “Piştî çûna Beşar Esad 670 hezar Sûriyeyî ji ser warên xwe koç kirin”

PeyamaKurd – Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ferhan Aziz Haq ragihand ku piştî roxandina rejîma Beşar Esad û heya niha li nav Sûriyê 670 hezar kes bi sedema pirsgirêkên mezhebî û dînî ji ser ciyên xwe hatine koçkirin.
Berdevkê sekreterê NY Ferhan Aziz Haq di daxwuyaniya xwe de got ku ji meha 12an ya 2024an heya niha bi sedema şerê navxwe, 900 kes mirine, 1 milyon kes dageriyane ciyên xwe û 670 hezar kes jî di nav Sûriyê de ji ser ciyên xwe rabûne.
Haq got ku li Sûriyê hêjî bi zêdayî alavên teqînê hene, bermayên şer hene û ev tişt bo xelkê Sûriyê talûkeyên ciddîne. Haq weha dewam kir:
“Tevî alavên destekê kêmin jî, Neteweyên Yekgirtî destekê dide 8 milyon xelkê Sûriyê.
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.




