Serok Barzanî: Înkarkirina mafên Kurdan nikare bidome

Serok Barzanî: Înkarkirina mafên Kurdan nikare bidome

PeyamaKurd – Serok Barzanî hişyarî da ku înkarkirina mafên Kurdan nikare bidome. Wî tekez kir ku Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane mafên xwe dixwazin, ne bi zorê, û daxwaz kir ku bi gelên herêmê re di ahengê de bijîn. Serok Mesûd Barzanî êşên dîrokî yên Kurdan, wek Enfal û zilma li ser Kurdên Feylî, bi bîr xist, û got ku têkoşîna wan encama qurbanîdana bi hezaran şehîdan e. Wî pesnê piştgiriya Amerîkayê, sînyalên erênî yên ji Rojavayê Kurdistanê û helwêsta yekgirtî ya Kurdan li Qamişlê veda û rola Amerîkayê ya di aştiya Xezeyê de girîng dît.

Serok Barzanî hişyarî da ku înkarkirina mafên Kurdan nikare bêdawî bidome. Di hevpeyvînekê de bi The Capitol Hill Showê re, wî got, Kurd dikarin bijîn di nav wan dewletên de ku ew parçe kirine, lê bi şertê ku mafên wan bi awayekî demokratîk û aştiyane bêne parastin.

Serok Mesûd Barzanî diyar kir ku Kurd ne li pey guherandina rewşa xwe bi zorê ne, lê dixwazin bi gel û welatên herêmê re di ahengê de bin.

Wî êşên dîrokî yên Kurdan, wek jenosîda Enfalê, êrîşên kîmyewî û zilma li ser Kurdên Feylî, bi bîr xist û got ku nêzî 12 hezar Kurdên Feylî di dema rejîma Be’s de hatine kuştin.

Serok Barzanî tekez kir ku têkoşîna Kurdan ji bo armancên neteweyî, bi qurbanîdana bi hezaran şehîdan, encamên îro bi dest xistiye.

Wî behsa dabeşkirina Kurdistanê ya piştî Şerê Cîhanê yê Yekem kir, ku bi Peymana Lozanê re mafên wan hatim paşguhkirin, û ev yek bû sedema êşên domdar.

Derbarê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de jî got,

“Guherînên bilez ne dihatin çaverêkirin, lê serokatiya nû ya Sûriyeyê sînyalên erênî daye Kurdan. Partiyên Kurdî di konferansa Qamişlê ya 26ê Nîsana 2025an de helwêsteke yekgirtî nîşan daye û piştgiriya çareseriyeke aştiyane kirine.”

Derbarê Îranê de jî pê de çû ku ew cîranek girîng e, lê desttêwerdana di karûbarên Herêma Kurdistanê de nayê qebûlkirin.

Wî têkiliyên bi Amerîkayê re xurt lê hewcedarî pêşveçûnê bi nav kir û rola Amerîkayê di piştgiriya Kurdan de, wek herêma ji firînê re qedexe ya 1991ê û şerê li dijî DAIŞê, pesinand.

Wî hin biryarên Donald Trump “maqûl” dîtin.

Li ser şerê Xezeyê jî Serok Barzanî diyar kir e piştgiriya hewldanên aştiyê dikin û rola Amerîkayê di vê yekê de bibandor û girîng dît.

 

 

 

Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.