Rûsya: Ji bo agirbesta li gel Ûkraynayê, divê çek jê re neyên şandin

Rûsya: Ji bo agirbesta li gel Ûkraynayê, divê çek jê re neyên şandin

PeyamaKurd – Rûsya daxwaz dike ku Amerîka û Yekîtiya Ewropî sewqiyatên çekan bo Ûkraynayê rawestînin wekî şertek ji bo agirbestek mehekê, lê Kîev amade ye pêşniyara Trump a ji bo 30 rojan qebûl bike.

Kremlinê roja Duşemê ragihand ku Dewletên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropî divê şandina çekan bo Ûkraynayê rawestînin wekî şertekî ji bo agirbesteke yek mehî di şerê li dijî Ûkraynayê de. 

Ev daxuyanî piştî gihîştina serokên 4 welatên Ewropî li Kîevê ji bo hevdîtinên bi Serokê Ûkraynayê kraynayê Volodîmîr Zelenskî re hat.

Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov, di hevpeyvînekê de ji ABC Newsê re got, eger ev şert neyê bicîhanîn, Ûkrayna dê agirbestê ji bo seferberiya leşkerî, perwerdekirina personelên nû û bêhnvedana şervanên xwe bi kar bîne. 

Peskov tekez kir ku hêzên Rûsyayê di eniyê de bi pê şve diçin û pirsî, “Çima em vê avantajê bidin Ûkraynayê?”

Peskov hêvî kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bandora xwe bi kar bîne da ku Ûkraynayê ber bi danûstandinan ve bikişîne, û îdia kir ku Kîev “hewl dide ji danûstandinan bireve.”

Trump roja Yekşemê bang li Rûsya û Ûkraynayê kiribû ku “Vî şerê bêaqil biqedînin” û agirbesteke 30 rojî pêşniyar kiribû, ku Ûkraynayê amadebûna xwe ji bo qebûlkirina wê ragihand.

Lê Peskov fikarên Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, ku di 13ê Adarê de anîbû ziman û di 18ê Adarê de di axaftina telefonê ya bi Trump re nîqaş kiribû, dubare kir. 

Wî got,

 “Hêzên me bi bawerî bi pêş ve diçin. Ger em behsa agirbestê bikin, em ê çi ji sewqiyatên çekan ên ji Dewletên Yekbûyî û Ewropayê bikin?”

 

 

 

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.