Di qeza çûnûhata li bajarê Çanakkale de 8 kes mirin

Di qeza çûnûhata li bajarê Çanakkale de 8 kes mirin

PeyamaKurd – Li bajarê Çananakkale ya Tirkiyê otobusa rêwiya, kamyona ku dar barkirîbû û otomobîlekî li hev ketin û di encamê de 8 kes mirin û 20 kes birîndar bûn. Li ser qezayê 2 dozger hatine wezîfedarkirin da lêpirsîna qezayê bikin.

Qeza li dora seet 13.00an de li ser rêya bajarê Çanakkale û navça Ezine çêbû. Di qezayê de darên ku di kamyonê de bûn, tev ketin ser rê. Şaredariya Ezine daran da hev û rê paqij kir. Wezîrê dadê yê Tirkiyê Yılmza Tunç li ser bûyerê got:

“Di qeza ku li ser rêya bajarê Çanankkale de çêbû, ji bo kesên can dane, ji Xwedê rehmetê dixwazim û bo birîndaran şîfayê dixwazim. Serdozgeriya navça Ezine lêpirsîna edlî daye destpêkirin û 2 dozgeran wezîfedar kiriye. Lêpirsîn bi hezir dewam dike.”

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.