Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê çû Erebistana Siûdî

Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê çû Erebistana Siûdî

PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê, Ebas Eraqçî, ji bo hevdîtina bi rayedarên payebilind ên Erebistana Siûdî re li ser mijarên herêmî û navneteweyî, serdana Erebistana Siûdî kir.

Ebbas Eraqçî, bi serokatiya şandeyeke dîplomatîk, vê sibehê ji Tehranê ber bi Cîdeyê ve bi rê ket.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê û rayedarên payebilind ên Siûdî wê li ser têkiliyên Tehran û Riyadê û her weha bûyerên herêmî û navneteweyî biaxivin.

Biryar e ku Ebbas Eraqçî îro piştî Erebistana Siûdî biçe Qeterê da ku beşdarî konferansa Diyaloga Cîhanî ya Îran û Ereban bibe.

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.