Pakistan û Hindistanê agirbest îlan kirin

Pakistan û Hindistanê  agirbest îlan kirin

PeyamaKurd – Pakistanê li dijî Hindistanê operasyon pêk anî, Hindistanê bersiv da, lê bi navbeynkariya Amerîkayê her du aliyan li ser agirbestê li hev kir.

Pakistanê bi “Operasyona Bunyan-un-Marsoos” êrîşî pergalên S-400 û baregehên Hindistanê kir. 

Hindistanê bi mûşekan baregeheke Pakistanê hedef girt û radarên wê xera kir. Di pevçûnan de li Azad Keşmîrê 13 sivîl hatin kuştin, 50 birîndar bûn. 

Piştî navbeynkariya Amerîkayê, serok Donald Trump ragihand ku Hindistan û Pakistan li ser agirbestek tavilê li hev kirine. Wezîrê Derve yê Pakistanê Îshak Dar aştîxwaziya welatê xwe tekez kir. Rubio got, her du welat dê li cîhek bêalî danûstandinan dest pê bikin.

 

 

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.