Awadî: "Civîna Zîrwa Ereb wê bibe yek civînên girîng”

PeyamaKurd – Berdevkê hukumeta Iraqê Basim Awadî li ser civîna zîrwa Ereb ya ku li Bexdayê bê lidarxistin got ku wê civîna zîrwa Ereb, bibe yek ji civînên girîng. Basim Awadî di daxwuyaniya xwe de got ku Iraq li herêmê di rêya rast de dimeşe û weha dewam kir:
“Di rojeva Zîrwa Ereb ya Bexdayê de, temamê pirsgirêkên Ereb û astengiyên wan hene. Wê di zîrwê de li ser temamê pirsgirêkan bi hezr bê rawestandin. Temamê amadekariyan hatine kirin.”
Li gor ragihandina çapemeniyê ku ji hêzên ewlehiyê çavkaniya xwe distîne; wê civîn di 11ê Gulanê roja Yekşemê bibe û bo ewlehiya zîrwê, rewşa awarte hatiye ragihandin.
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.




