Cesedê Mustafa Kaya yê di Çemê Kêzêr de wenda bûbû hat dîtin

PeyamaKurd – Mustafa Kaya bo xwe hînik bike xwe ket ava Çemê Kêzêr ê nêzî bajarê Sêrtê. Lê Mustafa Kaya di çem de wenda bû û lê digeriyan.
Tîmên noqavê yên îtfaiya Batmanê di Çemê Kêzêr de li Mustafa Kaya digeriyan û cesedê wî nêzî ciyê ku tê de wenda bûbû dîtin.
Ji bo otopsiyê cenazê Mustafa Kaya birin nexweşxana Sêrtê ya Perwerdê û Lêkolînê. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.




