Hindistanê 32 balafirgehên sivîl rawestand: Êrîşên dronên Pakistanê didomin

PeyamaKurd – Beşê Îdareya Giştî ya Hewayî ya Hindistanê ragihand ku ji ber êrîşên esmanî yên artêşa Pakistanê, li seranserê Hindistanê, çalakî û tevgera 32 balafirgehên sivîl ji bo demeke diyarkirî hatiye rawestandin.
Li gorî rojnameya Times of India, biryara rawestandina firînên esmanî li van 32 balafirgehan heta saet 17:29ê êvara roja 15ê vê mehê dê berdewam bike.
Ajansa nûçeyan a ANI ya Hindistanê jî diyar kir ku çend bajarên herêmên Pencab û Racastanê, ji ber nêzîkbûna wan li sînorê Pakistanê, rastî êrîşên giran ên dronên artêşa Pakistanê hatine.
Li herêmên Racastan û Basankotê, ji ber van êrîşan herikîna elektrîkê hatiye qutkirin. Her wrha, li bajarê Amrîtsarê dengê çend teqînan hatiye bihîstin, ku ev yekem car e ji destpêka pevçûnan ve ev bajar tê armancgirtin.
ANIyê ragihand ku li bajarê Ferozepurê yê herêma Pencabê, balafirgeheke sivîl bi dronan hatiye armanckirin û di encamê de 3 kes birîndar bûne.
Ji nîvê hefteya borî ve, pevçûnên di navbera Hindistan û Pakistanê de aloz bûne û şer di navbera her du welatan de dest pê kiriye. Herêmên sînorî yên Camû û Keşmîrê yên Hindistanê ji destpêka êrîşan ve bi awayekî domdar ji aliyê artêşa Pakistanê ve bi dronan ve tên hedefgirtin.
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.





