Hindistan û Pakistan pişt şer cara ewilî bi telefonê têkilî bi hev re danîn

Hindistan û Pakistan pişt şer cara ewilî bi telefonê têkilî bi hev re danîn

PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a CNN News 18 a Hindistanê îro ragihand ku Hindistan û Pakistanê ji destpêka pevçûna di navbera herdu welatan de yekem axaftina xwe ya telefonê pêk anîn, di nav tirsa ku pevçûna di navbera herdu welatan de veguhere şerekî giştî.

Pakistan û Hindistanê duh hevdu bi sedema sê rojên pevçûnên li ser sînor tawanbar kirin ku di encamê de nêzîkî 50 sivîl ji her du aliyan hatin kuştin.

Hindistanê ragihand ku ji bo şeva duyemîn li pey hev, balafirên bêmirov ên Pakistanî (UAV) hin deverên eyaletên Keşmîr û Punjabê yên bakur-rojavayê welêt hedef girtin, welat kirin hedef.

Artêşa Pakistanê îro ragihand ku sê bingehên hewayî ji aliyê mûşekên Hindistanê ve hatine hedefgirtin, ku yek ji wan li nêzîkî baregeha artêşê li derveyî Îslamabadê ye.

Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.