Bang li Hindistan û Pakistanê tê kirin ku têkiliyên xwe ji nû ve dest bidin destpêkirin

Bang li Hindistan û Pakistanê tê kirin ku têkiliyên xwe ji nû ve dest bidin destpêkirin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bang li Hindistan û Pakistanê kir ku ji bo "ji her cure têgihîştineke nerast" di rageşiya di navbera herdu welatan de, têkiliyên rasterast ji nû ve bidin destpêkirin.

Rubio di hevdîtinên cuda yên bi wezîrên derve yên her du welatên dijmin re tekez kir ku "divê alî rêyên kêmkirina rageşiyê destnîşan bikin û têkiliyên rasterast ji nû ve bidin destpêkirin da ku ji her şaşfêmkirinek dûr bikevin."

Rubio di axaftina telefonê de bi Serfermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munir re, navbeynkariya welatê xwe ji bo destpêkirina "danûstandinên avaker" di navbera Hindistan û Pakistanê de pêşkêş kir.

Wezareta Derve ya Çînê ragihand ku Çînê bang li Hindistan û Pakistanê kir ku pêşî li zêdebûna nakokiya di navbera her du hêzên nukleerî de bigirin, ji ber ku xetera veguhertina nakokiyan bo şerekî giştî heye.

Wezareta Karên Derve ya Çînê got:

"Em bang li Hindistan û Pakistanê dikin ku aştî, îstîqrar û aramiyê biparêzin, xwe ragirin, vegerin çareseriyeke siyasî ya aştiyane û xwe ji her kiryarekê ku dibe sedema zêdebûna rageşiyê dûr bigirin."

Di bersivê de, koma G7 a ji heft welatên pîşesaziyê yên mezin duh banga "rawestandina tavilê ya aloziyê" û "ragirtina herî zêde" di pevçûna di navbera Hindistan û Pakistanê de kir.

Wezîrên derve yên G7 di daxuyaniyekê de gotin, "Zêdebûna aloziyên leşkerî gefek cidî li ser aramiya herêmê çêdike," û gotin ku divê her du alî "ji bo gihîştina çareseriyeke aştiyane diyaloga rasterast bikin."

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.