PeyamaKurd- Li her derê dinyayê bo berlêgirtina koronavîrusê tedbîrên tund tên girtin. Îro jî li Kibrisa Tirka biryar hat dayîn da îbadetên komkî çênebin. Ragihandina beyanê ji aliyê serokatiya karên olî yê Kibrisê de hat dayîn û weha ragihand:
“Wê heya fermaneka dinê îbadetên komkî neyên edakirin.”
Her weha hukumeta Kibrisê duhî bi şev gelek biryaran sitend û di nava biryaran de ji 14 ê adarê heya 1ê nîsanê di rêxistinan de, civînên di lokalan de, îbadeta komkî divê neyên kirin. Ji bilî hinek xebatkaran, wê temamê memûrên dewletê heya roja diyarkirî derkevin îznê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin