Li Marmarîsê Erdhej: Keçekê bi qeyrana panîkê can da

Li Marmarîsê Erdhej: Keçekê bi qeyrana panîkê can da

PeyamaKurd - Li navçeya Marmarîs a bajarê Mûxla yê Tirkiyeyê, bi pileya 5.8 erdhejekê rû da.

 

Serokatiya Rêvebiriya û Rewşa Awarte (AFAD) ragihand ku li navçeya Marmarîsê ya  Muglayê di derdora saet 02.17an de bi lerza 5.8an erdhejekê rû daye.

AFADê da zanîn ku kûrahiya erdheja ku li peravên Deryaya Spî rû daye 67.91 kîlometre bûye. 

Hate ragihandin ku keçeke 14 salî ji ber qeyrana panîkê canê xwe ji dest daye. Her wiha 69 kes jî birîndar bûne.

Erdheja bi pileya 5.8 li peravên navçeya Marmarîsê ya Muglayê rû da li Antalya, Aydin, Manîsa, Îzmîr û Denîzliyê jî hat hestkirin.

Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.