Li Şamê ji bo girtiyên leşkerên rejîma Esed xwepêşandan hate kirin

Li Şamê ji bo girtiyên leşkerên rejîma Esed xwepêşandan hate kirin

PeyamaKurd – Li paytexta Sûriye Şamê xwepêşandeneke girseyî li qada Umewîn hate lidarxistin û daxwaz ji rêveberiya demkî hate kirin ku çarenivîsa girtiyên heyama rejîma berê were eşkere kirin.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), têkildarî eşkerekirina aqûbeta nêzî 9 hezar leşkerên hêzên rejîma berê, di nav de nêzî 2 hezar leşkerên ku ji Iraqê vegerîyane Sûriyeyê û hatine girtin, xwepêşandanek hat lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye, leşkerên rejîma berê li rêbendên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) yan jî di opersoynên ewlehiyê de hatibûn girtin.

SOHRê daye zanîn, girtî birine girtîgeha Edra, girtîgeha Navendî ya Hema û girtîgeha Harim a li gundewarê Idlibê.

Li gorî agahiyan, Rêveberiya Operasyonên Lekerî red kiribû ku lîsteya navên girtiyan derxe û qedexe kir ku malbatên wan bi girtiyan re pêwendiyê bikin û ev jî bû sedema nerazîbûna xizmên wan girtiyan.

SOHRê destnîşan kir ku pankartên banga serbestberdana girtiyan û diruşmên ˋAzadî ji leşkeran re û azadî ji girtiyan reˋ girtin. Malabatan bang li serokê Heyet Tehrîr El Şamê Ehmed Şera jî kir ku rewşa girtiyan çareser bike û wan serbest berde.

Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.