PeyamaKurd- Dadgeha Misrê ya bi navê Gizayê bo 7 muxalifan cezayê îdamê da û bo fikra muftiyê Misrê bigre, ewraqên wan şand cem muftî. Di dozê de sûcê ku tê îsnadkirin, rêvebiriya rêxistinê ya neyasayî û tevlîbûna şiddetê ye. Di dozê de 26 kes hatine darizandin û bo 7 ji wana biryara îdamê dane.
Di dosyayê de 3 kes ji wan firarin û 23 kesên din girtîne. Darizandina wan di 16 ê nîsana 2016an de destpêkiribû. Li gor qanûnên Misrê eger muftî biryarê tesdîq neke jî dadger dikare sûcdaran îdam bike.
Li Misrê heya niha di dewra serokkomar Abdulfettah es-Sisi de ji adara 2015an heya 20 ê sibata 2019an, 42 kes hatine îdamkrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin