Merz: Ez ê vexwendina Erdogan a serdanê bipejirînim

Merz: Ez ê vexwendina Erdogan a serdanê bipejirînim

PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, di roja çaremîn a erka xwe de seredana xwe ya sêyemîn a derveyî welat li Belçîkayê pêk anî. Merz îro 9ê Gulanê, di Roja Ewropayê de, li Brukselê bi rayedarên YE û NATO re hevdîtin kirin.

Merz pêşî bi Serokê Konseya YE Antonio Costa re piştre jî bi Serokê Komîsyona YE Ursula von der Leyen re civiya. Paşê çû navenda NATO û bi Sekreterê Giştî yê NATO Mark Rutte re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtina bi Rutte re, Merz di civîna çapemeniyê de peyam ji bo Tirkiyeyê dan.

Merz got: "Tirkiye beşek girîng ji erdên NATO diparêze. Ji ber vê yekê, Tirkiye hevalbendekî NATO yê gelekî hêja û girîng e ji bo me. Ez ê her tiştê ji destê min tê bikim da ku vê hevalbendiyê bi Tirkiyeyê re di nav NATO de berdewam bikim û berfireh bikim."

Merz da zanîn ku seredana wî ya Tirkiyeyê ya sala borî hat betalkirin û got ku ew ê vexwendina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a ku di demek nêzîk de wî ziyaret bike bipejirîne. Merz herwiha got ku wek hikûmeta Almanyayê ew ê biryarekê li ser destûra şandina balafirên şer ji bo Tirkiyeyê bidin.

Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.