Sedr: Em hilbijartinê boykot dikin, 'Iraqê rizgar bikin’

Sedr: Em hilbijartinê boykot dikin, 'Iraqê rizgar bikin’

PeyamaKurd- Rêberê Tevgera Sedrê, Muqteda Sedr li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got, "Ji nû ve hilbijartina kesên ku hatine ceribandin tê wateya kûrtirkirina koka gendeliyê û serdestiya gendelan." Sedir herwihaî taga 'Iraqê rizgar bikin' jî ragihand.

Muqteda Sedr got, "Fatime Zehra (Silava Xwedê lê be) gendelî boykot kir, ew boykotkara yekem bû. Mîrê bawermendan jî zilm û gendelî boykot kir û ew mezinê reformxwazan bû, ew ji bo me pêşengên baş in."

Sedr da zanîn ku hinek ji şopînerên wî banga "rakirina yê herî gendel" dikin û ev yek "bangeke gendeliyê ye û fermana (yên ceribandî, nayên ceribandin) pûç dike."

Sedr tekezî li ser dirûşma "Em boykot dikin" kir û got: "Em gendelan bi kesên baştir radikin. Ji nû ve hilbijartina kesên ceribandî tê wateya kûrtirkirina koka yê gendeltir û serdestiya gendelan."

Sedr taga "Iraqê Rizgar Bikin" bi kar anî û got, "Hûn hemû berpirsiyar in, heta hêzên ewlehiyê jî."

Muqteda Sedr 4ê Tîrmehê beşdariya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê red kiribû û beşdariya bi belavkirina komên çekdar û radestkirina çekan ji dewletê re girê dabû.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.