Serokê MÎTa Tirkiyeyê li Bexdayê ye

Serokê MÎTa Tirkiyeyê li Bexdayê ye

PeyamaKurd – Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MIT) Îbrahîm Kalin û şandeya pê re bi Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sûdanî re civiyan.

Derbarê civîna li Bexdayê de ji aliyê Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrtiya Iraqê ve daxuyaniyek nivîskî hat dayîn. Hat diyarkirin ku di civînê de hevkariya ewlehiyê û mijarên îstîxbarata hevbeş ên di navbera herdu dewletan de hatine nîqaşkirin.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê ofîsa Mihemed Şîa el-Sudanî ve derbarê hevdîtinê de hat weşandin, Kalin peyama Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji Sûdanî re ragihand. Di peyamê de, Erdogan "xwesteka xwe ya pêşvebirina têkiliyên dualî ber bi hevkarî û pêşketineke mezintir ve bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên her du welatên dost bike" dubare kir.

Hat ragihandin ku di civînê de li ser "pirsgirêkên ewlehiyê yên hevpar û hevrêziya agahiyên hevbeş di navbera her du dewletan de" jî hatiye axaftin, ku armanca wan bopêşxistina aramiyê li Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê ye.

Hevdîtina Kalin û Sûdanî tenê beriya merasîmeke roja Înê li Silêmaniyê pêk hat ku tê de tê payîn ku komeke ji PKKyê dê çekên xwe deyîne.

Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin hefteya borî serdana Hewlêrê kir û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ş derbarê pêvajoya aştiyê ya di navbera Enqere û PKKyê de hevdîtin kir.

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.