Serokwezîrê Îspanyayê li ser 'hêza teknolojiyê ya li dora Trump' hişyarî da

Serokwezîrê Îspanyayê li ser 'hêza teknolojiyê ya li dora Trump' hişyarî da

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îspanyayê Sanchez got ku hêza aborî, teknolojî û medyayê ya ku wî got "dora Trump digire" ji bo demokrasiyê xetereyek cidî ye. Sanchez destnîşan kir ku divê li dijî vê yekê derkevin û alternatîf bên hilberandin.

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez rexne li Serokê Amerîkayê Donald Trump ê ku doh sond xwar û xwediyê kompanyayên Tesla, Space X û X Elon Musk ku di dema hilbijartinan de piştgiriya xwe ya herî mezin dabû wî rexne kir, bêyî ku navê wî eşkere bike.

Sanchez di bûyerek li ser îstîxbarata sûnî de axivî û got ku dîrok nîşan daye ku teknolojiyên bi tena serê xwe bextewariyê naafirînin û da zanîn, “Ew mêl dikin ku statukoyê xurt bikin, bêtir hêz bidin desthilatdaran, û dewlemendan dewlemendtir bikin. Ev tehdîd pir cidî ye, nemaze di mezinahiya xwe ya niha de."

Sanchez got, "Sîstema kastê teknolojîk li Dewletên Yekbûyî, Silicon Valley, hewl dide ku hêza xwe ya bêkêmasî li ser torên civakî bi kar bîne da ku nîqaşên giştî û kiryarên hukûmetê li seranserê Rojava kontrol bike."

Sanchez da zanîn ku divê li dijî van îsyan bê rakirin û alternatîf bên hilberandin û got, "Ez ê bi van gotinan vê bi kurtasî vebêjim. Demokrasî ne ewro ye, ne kes û twît e, deng e. Ji ber vê yekê pêwîst e Ewropa bi vê xetereyê re rû bi rû bimîne û demokrasiyê biparêze."

 
Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.