Şewata fabrîka kauçukê dewam dike û tê de teqînên mezin dibin

Şewata fabrîka kauçukê dewam dike û tê de teqînên mezin dibin

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Tekirdağê li navça Çerkezköyê farîka ku tê de kauçuk û qalibên wê tên çêdikin, agir pê ket. Ji fabrîkê dengê teqînan tê û dûmana agir bilind dibe. Gelek alavên vemirandina agir şandin deverê û xebatê dikin da agir vemirînin.

Şewat, li devera Sanayiya organize ya Veliköyê, di sîta sanayiya Kosikoopê de, di fabrika kauçukê de derket.

Agir, li temamê fabrîkê belav bûye û gelek tîmên îtfaiyê, cendirme, polîs û tîmên tenduristiyê çûne ciyê bûyerê.

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.