Starmer: Divê Brîtanya li hember gefa Rûsyayê amade be

PeyamaKurd - Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer got ku "Divê gefa Rûsyayê neyê paşguhkirin" û tekez kir ku divê Brîtanya li hember vê gefê amade be.
Serokwezîr Starmer di bernameya Îro ya BBC Radio 4 de di derbarê tengijîna navbera Rûsya û welatên Ewropayê ku bi ser şerê li Ûkraynayê rû dide de daxuyaniyên gring dan. Keir Starmer gotinên Serfermandarê Parastinê yê Keyaniya Yekbûyî yên par bi bîr xist û got: "Divê em di nav sê salan de amade bin ku şer bikin."
Li ser pirsa "Mebesta te ew bû ku di dema Serokwezîrtiya te de leşkerên Brîtanî ji bo şer ji Ûkraynayê re bêne şandin?" Starmer vê bersivê da:
"Ez hêvî dikim ku ev yek çênebe. Gefa Rûsyayê nayê paşguhkirin û divê Brîtanya amade be."
Starmer her wiha got, "Rûsyayê di hefteyên dawî de nîşan da ku ew di derbarê aştiyê de ne cidî ye."
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.




