Trên û otobus li hev ketin: 8 kes mirin û 45 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li welatê Meksîkayê li bajarê Atlacomulcoyê di buhirekî hemzemînî de trên li otobusekî xist û di encamê de 8 kes mirin û 45 kes birîndar bûn. Sedema qezayê nayê zanîn.
Li ser qezayê gelek ambûlans û tîmên îtfaiyê çûn ciyê bûyerê. Li ser qezayê rêya çûnûhata deverê ji her dû aliyan de hat girtin.
Di dîmenan de tê dîtin ku otobusa du qat dema di buhira hemzemînê de derbas dibe, trên lê dixe. Barîyerên rêya hezin vekirî bûne û ti îşaret tine ku dê trên bê.
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.




