PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump di civîna li Koşka Sipî de bi rojnamevanan re civiya û li ser xistina helîkoptera DYAyê ya ji aliyê Îranê de berê gotibû ku dê bersiva Îranê bidin. Trump di bernama bi zindî de got:
“Me, do bi tundî li Îranê xist û em ê îro jî dijwar li Îranê bidin…Em ê bibînin bê çi bi peymanê were. Em nêzî li hev hatinê bûn. Lê daîma me meşxûl dikin. Me dixin şûna evdalan, hun dizanin? Berê bi serokên evdal re muhatab bûne.”
Trump, her weha got ku artêşa Îranê di nav tevliheviyê de ye û têk çûne. Îran peymanê îmza nake, DYAyê meşxûl dike û dê bedela wê bidin.