PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, ji ser hesabê xwe ê Truth Socialê binesaziya Îranê kir hedef.
Serokê Amerîkayê diyar kir ku eger Îran li Tengava Hurmizê bi moşek, dron an jî çekeke din guleyan bera ser keştiyekê bide, Amerîka dê li beramberî vê yekê li nêzîkî paytext Tehranê an jî li herêmên din pir an jî santraleke elektrîkê bombebaran bike û bi temamî wêran bike.
Beriya niha jî berdevkên Washingtonê bal kişandibûn ser parastina azadiya çûnûhatina keştiyan gotibûn, êrîşên vê dawiyê yên ser Îranê ji bo rawestandina êrîşên li ser xetên bazirganiyê ye daku rê li ber astengkirina çûnûhatinê û dorpêçkirina aboriya herêmê bê girtin.