Trump li ser "agirbestê" daxuyanî da

Trump li ser "agirbestê" daxuyanî da

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump li Qesra Spî derbarê hevdîtinên agirbestê yên navbera DYA û Ukraynayê yên li Erebistana Siûdî da daxuyanî da. Trump da zanîn ku Ukraynayê agirbesta 30 rojî qebûl kiriye û got, "Ez hêvî dikim ku Serok Pûtîn jî vê yekê qebûl bike û em karibin vê yekê pêk bînin."

Trump bal kişand ser cudahiya di navbera hevdîtina meha borî ya tengav a bi Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re li Qesra Spî û ya îro, "Ez difikirim ku ferqek mezin heye, ferqek mezin di navbera tiştê ku li Ofîsa Oval qewimî û agirbestek tam heye."

Trump, da zanîn ku Ukraynayê agirbest qebûl kiriye û got, "Hêvîdar im Rûsya jî vê yekê qebûl bike. Em ê îro û sibe bi wan re bicivin û hewl bidin ku lihevkirinekê pêk bînin. Eger em karibin Rûsyayê qanih bikin wê ev yek pir baş be. Eger ne wisa be wê şer bidome û mirov canê xwe ji dest bidin."

Li ser pirsa gelo ew ê Zelensky vegere Qesra Spî, Trump got: "Bêguman, teqez."

 
Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.