Heyeta Şirnexê serdana Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl kir

Heyeta Şirnexê serdana Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl kir

PeyamaKurd – Heyeta Şirnexê û rayedarên Deriyê Sînor ê Xabûrê serdana Deriyê Sînor ê Navneteweyî yê Îbrahîm Xelîl kirin. Di serdanê de bihêzkirina hevkariyên bazirganî û lojîstîk di navbera her du aliyan de hate gotûbêjkirin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Şirnexê Osman Gelîs derbarê serdanê de gotiye, “Hevkariya berdewam a di navbera her du welatan de ji bo zêdetir xurtkirina pêwendiyan xwedî girîngiyeke mezin e. Berî niha Rêveberê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo serdana me kiribû û me xwest ku em jî serdanê bikin.”

Berdevkê Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl Kamî Kemal diyar kir ku Parêzgariya Şirnexê, rayedarên Deriyê Xabûrê, Şaredarê Şirnexê û nûnerên saziyên din ên pêwendîdar di serdanê de amade bûn û got ku hevdîtin bi armanca hêsankirina danûstandinên bazirganî û lezkirina derbasbûna rêwiyan pêk hatine.

Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TurkStat) di sala 2023an de qebareya bazirganiya navbera Tirkiye û Iraqê 20 milyar dolar, di sala 2018an de jî 11 milyar dolar bû. Di sala 2024an de vê astê parast.

Deriyê Sînor ê Ovakoy-Pêşxabûrê tê vekirin

Ji bilî Îbrahîm Xelîl ku girîngtirîn deriyê sînorî yê navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ye, deriyên sînorî yên din ên weke Zêt û Serzêrê hene.

Ji aliyê din ve plana Tirkiyê jî heye ku deriyê sînorî yê nû ligel Iraqê veke. Tê plankirin ku di çarçoveya Projeya Rêya Pêşketinê de deriyê Ovakoy-Peşxabûrê bê tetbîqkirin.

 
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.