Trump: Min ji Pûtîn re got, giyana bi hezaran leşkerên Ukraynî bibexşîne

Trump: Min ji Pûtîn re got, giyana bi hezaran leşkerên Ukraynî bibexşîne

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî bi hempîşeyê xwe yê Rûsî Vladimir Pûtîn re duh hevdîtineke gelek baş û bi berhem pêk anîye.

Trump got, "Min ji Pûtîn xwest ku giyana bi hezaran leşkerên Ukraynî yên dorpêçkirî bibexşîne."

Serokê Amerîkayê ku hewlên xwe yên ji bo bidawîkirina şerê Ukrayna-Rûsya didomîne, li ser Truth Socialê eşkere kir ku wî bi Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn re duh hevdîtineke gelek baş û berhemdar pêk aniye.

Trump got, "Îhtîmala ku ev şerê tirsnak û bi xwîn bidawî bibe gelek bilind e. Lê niha bi hezaran leşkerên Ukraynî, ji aliyê artêşa Rûsya ve bi tevahî hatine dorpêçkirin û di rewşeke gelek xirab û bêparastin de ne. Min ji Serok Pûtîn xwest ku giyana wan bibexşîne. Ev dê bibe qetlîameke xeternak ku ji Şerê Cihanê yê Duyemîn ve nehatiye dîtin."

Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokê Rûsya Pûtîn di saetên şevê de li Moskowayê bi Nûnerê Taybet ê Trump, Steve Witkoff re hevdîtin kiribû.

Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.