Trump seredana Tirkiyê dike

PeyamaKurd – Hat gotin ku serokê DYAyê Donald Trump di çarçova gera xwe ya Rojhilata Navîn de wê seredana Tirkiyê jî bike. Li ser roja seredana Trump ti rojekî zelal nehat dayîn lê dibe ku ev seredana di nîvê meha Gulanê de be.
Agahî ji aliyê medya DYA de hatiye dayîn ku Trump plan dike seredana Tirkiyê bike. Nûnerê CNN a Tirkiyê yê DYAyê Yunus Paksoy li ser ziyareta Trump got:
“Trump rojekî diyar nekir lê dibe ku di nîvê Gulanê de be. Trump seredana xwe ya ewilî wê bo Erebistana Saûdiyê bike.”
Trump di hevdîtina bi Netenyahu re de li ber çapemeniyê gotibû:
“Ez ji Erdoğan hez dikim û ew jî ji min hez dike. 2 hezar sale tiştên ku kes nikaribû bike, Erdoğan kir û bi ser ket.”
Trump bo Netenyahu gotibû eger arîşeyên Netenyahu bi Tirkiyê re hebe, dikare çareser bike ji ber têkiliyên wî bi Erdoğan re başe. Lê divê Netenyahu jî maqûl be.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan çend roj berê ragihandibû ku dibe di wextekî maqûl de Trump seredana Tirkiyê bike an roj bide da Erdoğan seredana wî bike.
Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.




