PeyamaKurd - Berdevkê Giştî yê Hereketa Azadîyê Ayetullah Aşitî der heqê hilbijartinên Tirkiyê de agahiyên taybet dane PeyamaKurd. Aşîtî li ser hilbijartinên 24ê Hezîranê yên Serokkomarî û parlamenteriyê li Tirkiyeyê behsa xebatên Hereketa Azadiyê kir. Derbarê civînên partî û aliyên siyasî li Diyarbekirê agahiyên taybet dan;
- Pirs-Bersiv
1- Ji bo hilbijartinên Tirkiyê nêrîn û helwesta we çi ye?
Ez di bîra xwede tînim tu carî hilbijartinên demokratîk, adil û serbest çênebûye. Desthilat di destê kê de be encamên hilbijartinê ligor xwe emilandiye. Partiya bi hêz mafên yên din binpê kiriye, ligor huqûq tevnegeriyaye. Ez di wê qeneetê da me ku vê carê jî wê weke yên berê lê bê. Mixabin di çanda vî welatê ku em têda dijîn de nebuye eded ku her kesek xwedî maf xwedî heqê xwe be.
2- Ji HDPê yan jî partiyeke din a Kurd tu teklîfa tifaqê yan jî xebata hevpar ji we re hat?
- Di encama civînên pêkhatin de dê li 30ê Nîsanêde metnekî hevpar(wek protokol) bê imzekirin.
Bi rastî xebatên partî û aliyên siyasî yên Kurd ji bo tifaqa hilbijartinan henin, em jî beşek jê ne, ji demekê û vir de li Diyarbekir em civînan lidardixin û guftûgo dikin li ser tifaqeke ku hemû aliyên Kurdistanî têde cih bigirin, bi minasebeta van civînan em gihiştine heta qonaxekê, biryar ew e ku di 30ê Nisanê de metnekî hevpar (wek protokolekê) îmze bikin.
Ji HDPê xwestin ku bi me (Hereketa Azadî) re peywendiyekê deynin lê ji ber ku me ev xebat birêve dibir, me hişt heya ku em hevdîtinên xwe bi dawî bînin û wek bereyekê bi HDPê û aliyên din ra muxateb bibin.
Wek kesayetî ango tenê li ser navê Azadîyê ne dirist bû ku em rûniştinekê bikin.
3- Ji bo bereyeke Kurdistanî li Tirkiyê were avakirin, têbînî û nirxandinên we çi ne?
Mixabin ev mesele gelekî kûr û dûr e, milletê kurd ne di wê astê, şuurê de ne ku bi fikra neteweyi tevbigerin. Hêj wek zemanê berê bi mantalîta bendewarî tevdigerin. Xwendevan , siyasetmedar û pêşîvanên li Tirkiyê; siyaseta wan, rabûn û rûniştina wan bi wê mentiqa heyf hildanê, nikare bi kesayetekî dijê fikra xwe re bide û bistîne. Mixabin siyasetmedarên Kurd taybet li Tirkiyê bi vê mentiqê tevdigerin. Ne bi mentiqeke demokrat, azad û berjewendiyên civakî li pêş yên şexsî de dihizirin,
4- Li gor we Huda-Par û HDP li ser esasên Kurdayetiyê dikarin werin cem hev an na?
- Huqûqê milletê Kurd di nav fikra ummetê de hesif bûye.
Li gor fikr û ramanên ku hawirdorê wan dorpêçkirî ne mimkun e. Herdû alî jî bi şiklekî birdozî tevdigerin. Huda-Par birdoziyeke oldarî yî xelet(li gor min) tevdigere. Di vê îdeolojiya xelet de huqûqên milletê Kurd-Kurdistanê di nav fikra ummetê de hesif (têkdibe) dike, Kurd û Kurdistanê dike qurbanê ummetê, ji vî tiştî re ne musaid e.
Herwiha HDP jî doza enternasyonalîzmê dimeşîne, li ser navê biratiya gelan Kurd-Kurdistanê dikin qurban. Ev nayê maneya ku dê her wihabin. Lê divê dev ji vî exlaqî berdin.
5- Helwesta dîndar û îslamiyên Kurd li hemberî tifaqa AKP-MHPê divê çi be?
- Rûmeta însana, rûmeta gelan çanda wan e.
Ev birîneke pir kur e. Wek ku tê zanîn di ola islamê de imam, beyet, baxi hwd heye mixabin di dîroka Îslamê de li ser nave biratiya oldarî rûmeta millete kurd jiwan hatiye stendin.li ser navê oldariya xeleti rûmeta milletê Kurd ji wan hatiye stendin, rûmeta insana rumeta gelan çanda wan e,di vir de li ser nave umetperestiyê çanda Kurdî hatiye hesif kirin, hatiye stendin. Ji bo piraniya dîndarê Îslamiyê Kurd AKP çetire ji CHPê lewra bi tevî kêmahiyên xwe behsa Îslamê dike! Dema li dîrokê jî vedigerin bo xwe hin hincetan bidestdixin. Wek esasekî, ‘tişta ku hemû bi dest nayê hemû nayê terk kirin jî’ nêrina misilmanê Kurd ev e. Ev ne cara yekem e dema Erbakan jî ev pirs hatibû holê, MHP lewaz bibû bi windabûnê re Rûbirû mabû Erbakan ew ji nûve rakir ser piya. Ji bo ku Kurd van wek oldar dibînin çi şaşîtiyan bikin jî terka wan nakin. Dema oldarên Tirkan bi komunîstan re jî rûnên tu kes nabêje kafir bûn.Dema bi faşîstan re rûnên kes nabêje xiyanet bi dîn re kirin. Wek mesela ku Erbakan bi MHPê re kir. Lê dema Kurdekî dîndar bi HDPê re tifaqê bike, qiyametê li serê wî radikin, HDP dijê dîn e! çawa hûn bi dînsizan re rûdinên?
Wek millet divê em şiyar bin, tiştek kû heram be ji herkesî re herame, na ku helal e naxwe ji herkesî re helal e.
6- Partiyên Kurd û Kurdistanî dikarin plan û bernameyeke çawa ji bo hilbijartina li Tirkiyê bimeşînin?
- Divê hevgirtinek peyde bibe da xelasî mimkun be.
Niha herkes li ser vê muttefiq e ku vê hikûmetê , vî serokkomarî ji sînorê edaletê ji sînorê merhemetê derbas kirine û ketine sînorê diktatorî û faşîstiyê, yani li gor min kesen ne fanatîkên AKP-MHPê bin, xwedî wijdan û bi merhemet bin ev qeneeta bi wan re jî çêbûye. Madem ev bi herkesî re çebuye. Tu xusumeteke me li hember kesi tune, le ji ber ku ev karesat ji destê şexsî ye, divê hevgirtinek peyde bibe da xelasi mimkun bibe.
7- Di 7ê Hezîranê de bi tifaqa Azadî û HDPê AKPê windakiribû, ligor we ev yek careke din mimkun e?
- Li ser esasên hatine diyarkirin em dikarin bi her alî re tifaqê bikin.
Di 7ê Hezîranê de tenê Azadîyê tifaq bi HDPê re kiribû. Lê vê carê ne tenê Azadî ye, temamê partiyên ku mafên Kurd û Kurdistanê, demokrasî û azadîyê bawerin bi hevre muttefiqin . Heya niha me çend civîn lidarxist û wek metnek amade kir ku ji çend xalan pêk tê, çî partî û aliyekî siyasî ku bikaribe li ser van xalan bi me re tevbigere em (wek bereyek Kurdistanî) amadene.
Em naxwazin destê xwe girêbidin lê ligor siyaset û rewşa îro yên ku vê mutabeqetê qebûl bike jî HDP dixuyê. Heke HDP xwe bide ber ku bi tevahî esasên bi gelemperî têne pejirandin, ne ku em tiştekî li ser wan ferz dikin; Wek demokrasiyeke bi rêk û pêk, maf, heq-huqûq, edalet bo Kurdan û temamê gelên li ser vê axê dijîn. Ji bo azadiya mafên hemû gelên ku li ser vê axê dijîn demokrasiyê diwazin. Ger ku HDP vê qebûl bike, dê serkeftineke ji 7ê Hezîranê bilindtir bidestbixe û hilbijartin dê bi serfirazî encam bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin