PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden proja bi navê ‘Willow’ ya ku îznê dide li Alaskayê petrol û gazê derxin qebûl kir. Şîrketa rafîneriyê ya bi navê ConocoPhillips ku bi bihayê 8 milyar dolariye, tevî ku ji bo bi hezarî kes tê de îstîhdam bihata kirin, ji aliyê aktîvîstên hawirdoriyê de rexne lê hatibû kirin. Aktîvîst bi sedema wê bandora neyînî li ser xwezayê û kêşûhewayê bikira, xwestibûn ku proje raweste.
Koşka Sipî ragihand ku wê proje li ser balîna, fok û hirçên qutban ji bo jiyana wan bandora neyînî neke garantî dide û wê rezerva petrolê bi 13 milyon donumî ji bo sondajan sînordar be.
Wezareta karên navxwe ya Amerîkayê ragihand ku şîrketa ConocoPhillips 5 seha xwestiyê lê bi 3 sehayê sînordar kirine.
Hedefa şîrketê ew e ku rojane 180 hezar varêl petrolê hilberîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin