PeyamaKurd – Rêxistina Îxwan el Muslimîn (Birayên Misilman) li welatê Misrê ji berê de xwurtin lê desthilata Misrê rêxistinê weka terorîst binav dike û serpereştên wan xistibû zîndanê û hinek ji wana îdam kiribû. Ji ber gelek sedeman Îxwan, biryara vekişîna ji siyaseta parlementoyê da. Li ser mijarê wekîlê Serokatiya Konseya Rêber Îbrahîm Munîr mijarê weha ragihand:
“Demeke dirêje grûba me şiddetê red dike. Em difikirin ku şiddet di derveyê baweriya Îxwanan de ye. Ne tenê ji bo bikaranîna şiddetê û çekan lê li Misrê ji bo bikaranîna hêzê em her têkoşînê red dikin.
Welew hilbijartina di nav partiyan de ji aliyê dewletê de bêkirin jî, em têkoşlîna bi hêzê red dikin. Ev bi temamî ji aliyê me de tê redkirin. Em ê di hilbijartinê de neçin ser sindoqan.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin